• Wednesday, 11 February 2026
logo

Xwepêşanderên Nasiriye binkeyên partiyan şewitandin

Gulan Media December 21, 2019 Nûçe
Xwepêşanderên Nasiriye binkeyên partiyan şewitandin
Xwepêşanderên bajarê Nasiriye ya navenda parêzgeha Zîqarê, binkeyên partî û aliyên Iraqî şewitandin.

Îro 21.12.2019ê xwepêşanderên Nasiriye, binkeyên partiyan û fewca erken taybet ên ser bi wezareta navxwe ya Iraqê li Nasiriye şewitandin.

Şewitandina binkeyên partî û binkeyên ewlehiyê piştî çend demjimêran a kuştina çalakvan, aktîvîst û serpereştyarekî xwepêşanderan Husên Elî Esmî pêkhat, ku çekdarên nenas li naverasta Nasiriyeyê ew kuştin.

Herwaha derveyî binkeyên partiyan, xwepêşanderan mala serokê lijneya ewlehiya encûmena parêzgeha Zîqarê jî şewitandin.

Xwepêşandanên Iraqê roja 02.10.2019ê li Bexda û piraniya bajarên Iraqê li dijî gendelî û nebûne xizmetê destpê kirin.

Wêneyê wî çalakvanê ku hatî kuştin.

Basnews
Top