• Wednesday, 11 February 2026
logo

10 sal li ser çûna hêzên Pêşmerge bo Kobanê re derbas dibe

Gulan Media October 28, 2024 Nûçe
10 sal li ser çûna hêzên Pêşmerge bo Kobanê re derbas dibe

Îro 28.10.2024 Dije Teror a Kurdistanê di salvegera çûna hêzên Pêşmerge bo Kobanê de daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniyê de hat ragehandin, 10 sal berî naha rojekî wek îro de, dema ku bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê gef û metirsiya rêxistina terorîst a DAIŞê li ser bû, li ser daxwaza Serok Mesûd Barzanî ji bo parastina Kobanê ji wan metirsiyên wê rêxistinê roja 28ê cotmeha sala 2014ê yekem karwanê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê geheştin Kobanê û geheştina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bo bajarê Kobanê hevsengiya hêzê guhert û demekî kurt de metirsiyên li ser wî bajarî hatin kêm kirin û Kobanê hat rizgarkirin.

Herwaha hat ragehandin, Serok Mesûd Barzanî wek rêber û serok û Pêşmerge, herdem di xema temamê axa Kurdistanê de bûye û her parçeyekî axa Kurdistanê û her Kurdistaniyek li her cîhekî metirsî li ser hebûba, Serok Barzanî ew wek xema xwe û gelê Kurd zaniye û amadebûye hemû cure qurbaniyekî ji bo wê bide.

 

Basnews

Top