• Wednesday, 11 February 2026
logo

Êrîşî ser hêzên Amerîkî yên li Tenefê hate kirin

Gulan Media October 28, 2024 Nûçe
Êrîşî ser hêzên Amerîkî yên li Tenefê hate kirin

Hêzên Amerîkî jî dronek xistine erdê.

Li gor çapemeniya Sûrî duhê bişev êrîşî ser navenda hêzên Amerîka ya li sêgoşeya Îraq, Sûriye û Urdinê de hatiye kirin ku, bi navenda Tenefê tê nasîn.

Çapemeniya Sûrî diyar kiriye ku, dengê teqînên mezin li navendê hatine bihîstin.

Ji aliyê xwe ve çapemeniya Sûrî herwiha diyar kiriye ku, hêzên Amerîkî jî karîne dronek ku, xwestiye êrîşî ser hêzên Amerîkî yên li Tenefê bike xistine erdê.

Heta niha Amerîka derbarê zirarên êrîşê de ti daxuyanî nedaye.

Top