• Wednesday, 11 February 2026
logo

Keça Sedam peyamek bo xwepêşanderên Iraqê rêdike

Gulan Media December 21, 2019 Nûçe
Keça Sedam peyamek bo xwepêşanderên Iraqê rêdike
Keça mezin a serokê rejîma berê ya Iraqê peyamek bo xwepêşanderên welatê xwe rêkir.

Keça Sedam Husên, Rexed Sedam di tora civakî de peyamekî dengî belav kir û ragehand: ‘’Êş û azarên Iraqê bi piştevaniya xwedêyê mezin dê bi dawî bibe û qonaxeke nû bo bi bingeh kirina Iraq a mezin destpê dike.’’

Rexed Sedam Husên ku piştî hilweşîna rejîma Beis a sala 2003êyê li gel malbata xwe wek penabar çûn Urdinê û di peyama xwe de amaje bi Iraq a naha kir, ku bi qonaxeke giran de derbas dibe û ragehand: ‘’Divê em bizanin her qonaxekî xeletiyên xwe hene.’’

Herwaha ji xwepêşanderan re jî ragehandiye ku ‘’Yekdengî û hemahengiya we dê dîrokê de bê nivîsandin, ku bi awayekî hemdemî li hember zulimkaran rawestan û berdewam bin li vê yekdengiyê.’’

Basnews
Top