• Wednesday, 11 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî cejna rojên Êzî li êzdiyan pîroz kir

Gulan Media December 19, 2019 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî cejna rojên Êzî li êzdiyan pîroz kir
Bi boneya cejna Rojîyên Êzî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameka pîrozbahiyê arasteyî kurdên êzdî kir.

Peyama Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

Cejna Rojîyên Êzî li hemû xûşk û birayên êzdî li Kurdistanê û li her dereka cîhanê pîroz dikim. Hêvdarin ev cejn bi xêr û xweşî bi ser êzdîyan û hemû gelê Kurdistanê vegere û aramî û tenahîyê li gel xwe bihîne.

Silav û pîrozbahîyên cejnê bi taybetî ji bo malbat û kesûkarên qurbanîyên jenosayîda û bi rêz û şikodarî ve , wan hemûyan bibîr dihînîn. Hêvîdarim cejin û bîhatnên bihên ji bo êzdîyan û hemû gelê Kurdistanê di rewşên baştir de vegerin û Kurdistanê tim dibin siha pêkvejîyanê û lêbuhrînê û aramîyê de pêşwazîya cejin û bîrhatinên xwe bikin

Dûbare cejin li hemûyan pîroz be, her sal bi xêr û şahî.


Basnews
Top