• Wednesday, 11 February 2026
logo

Seroka şaredariya Sûra Amedê hat desteserkirin

Gulan Media December 20, 2019 Nûçe
Seroka şaredariya Sûra Amedê hat desteserkirin
Seroka Şaredariya Qezaya Sûrê ya ser bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve, Filiz Buluttekin û 2 endamên Encûmena Şaredariyê îro li malên xwe hatin desteserkirin.

Îro Înê 20ê Kanûna 2019an, hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li navçeya Sûra Amedê operasyonek pêk anîn û di ser hin malan de girtin.

Li gor agahiyan, hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê di wê operasyonê de bi ser malên Seroka Şaredariya Qezaya Sûra Amedê, Filiz Buluttekin û 2 endamên Encûmena Şaredariyê de girtine û ew li malên wan desteser kirine.

Hatiye ragihandin, hêzên ewlehiyê di çarçoveya lêpirsînekê de ku Serdozgeriya Komarî daye destpêkirin, li malên wan kesan lêgerîn û pişkinîn pêk anîne.

Kesên ku hatine desteserkirin, bo Rêveberiya Asayişê hatine veguhastin.

Rudaw
Top