Serok Barzanî: Kurdistan welatê biratî û bi hev re jîyanê ye
Serok Mesûd Barzanî, bi boneya Cejna Rojên Êzî peyameke pîrozbahîyê araste ya xuşk û birayên Êzdî kir û di peyama xwe de ragihand: Kurdistan welatê biratîyî û bi hevre jîyanê ye û paraztina evê tebayî, biratîyê û bi hev re jîyanê erkeke pîroze û kêmasîyê lê nakîn.
Deqa peyama serok Mesûd Barzanî:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina «Cejna Rojîyên Êzî», germtirîn pîrozbahiyê li xuşk û birayên Êzîdiyên Kurdistanê û seranserê cîhanê dikim.
Hêvîdarim ev cejin, bo xuşk û birayên me yên Êzîdiyan şadî û aramî û bexteweriyê bihîne û dawî bi êş û azarên wan bihêt.
Kurdistan welatê birayetî û pêkvejiyanê ye û paraztina wê tebayî, birayetî û pêkvejiyanê erkeke pîroze û kêmasiyê lê nakîn.
Cejna we pîroz û hêvîdarim herdem cejnên xwe di xweşî û aştiyê da bikin.
Mesûd Barzanî
Basnews
