Encûmena Asayişê li ser derbaskirina alîkariyan bo Sûriyê bûye 2 beş
Biryar e îro Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê dirêjkirin şandina alîkariyên mirovî bo Sûriyê bicive, di civînê de 2 proje hene, yek ji aliyê Belçîka, Kuwêt û Almanyayê ve hatiye pêşniyazkirin, ya din jî ji aliyê Rûsyayê ve ye.
Projeya Belîçkî ji dirêjkirina derbaskirina alîkariyên mirovî bo salekê di 4 deriyên sînorî bo 4 milyon Sûrî re pêk tê. Projeya Rûsî ew e, alîkariyên mirovî tenê di 2 deriyên sînorî re û bo heyama 6 mehan e.
Ji sala 2014an ve li gor biryareke navdewletî re, alîkariyên mirovî di 4 deriyên sînorî re derbasî Sûriyê dibin û 4 milyon Sûrî sûdê ji werdigirin. 2 derî bi Tirkiyê re, deriyek bi Urdinê û deriyek bi Iraqê re ye. Ew biryar jî roja 10 Çileya 2020an bidawî dibe.
Li gor hin dîplomatkaran, Rûsya dibêje rewşa li ser erdê hatiye guhartin û dixwaze 2 deriyên bi Iraq û Urdinê re bigire. Herwiha dixwaze tenê dirêjkirina heyama derbaskirina alîkariyan 6 mehan be.
Li gor dîplomatkaran eger heye Rûsya Veto li dijî projeya rojavayî bikar bîne.
