NY bi derxistina biryarnameyekê binpêkirina mafên mirov li Îranê şermezar kir
Duhî civata giştî ya NY biryarnameyek li ser rewşa mafên mirov li Îranê pesend kir û binpêkirina mafên mirov ji aliyê rêjîma îslamî ya Tehranê ve mehkûm kir.
Di biryarnameyê de, ku bi 81 dengên erê li hember 30 dengên na û 70 dengên bê alî hat pesendkirin, hatiye gotin ku li Îranê rewşa mafên jinan, kêmîneyên etnîkî û ayînî gelekî xirab e. Azadiya raman, xebatên mezhebî û siyasî gelekî sînordar e û bi awayekî sîstematîk zilm li kêmîneyên mezhebî bi taybet li welatiyên Behayî tê kirin.
NY daxwaz ji Îranê kiriye, dawî bi binpêkirina mafên mirovan, mafên kêmîneyên etnîkî û mezhebî û jinan bîne û rewşa girtîgehan baş bike û wan kesên ku ji ber azadiya ramanê hatine girtin, bên berdan.
NY di demekî de biryarnameya han derdixîne ku li gorî amarên dezgehên navdewletî yên mafên mirov, di xwepêşandanên payîza îsal yên Îranê de, herî kêm 304 kes hatibûn kuştin, bi hezaran kes hatibûn girtin û birîndar bibûn.
Basnews
