Serbixwexwaz li Kerkûk û Katalonya rastî lêdan û girtinê tên
Şeva borî 18.12.2019ê piştî temambûna lîstoka navbera tîma Barcelona û Real Madrîdê, ku li Nu Camp a qada Barcelona ye pêkhat û li hember alîgirên Barcelonayê polîs tundî bikaranî.
Polîsê federal ê Îspanyayê bi tundî li dijî alîgirên Barcelonayê rawesta ku hemû serbixwexwazên herêma Katalanya ne û dixwazin ji Îspanyayê cuda bin. Ji ber wê jî 46 serbixwexwazên Katalonî birîndar bûn û 50 kesên din jî hatin girtin.
Ji aliyê din ve li bajarê Kerkûkê jî roja 17.12.2019ê, ku roja Al a Kurdistanê ye, hêzên ewlehiya Iraqê du ciwanên kurd ên serbixwexwaz bi tometa bilind kirina Al a Kurdistanê ve girtin.
Li gor destûra Iraqê Al a Kurdistanê, Al a fermi ya herêma Kurdistanê ye, lê hikûmet û hêzên ewlehiya Iraqê di çarçoveya vê rewşa neyasayî ya Kerkûkê de, ku piştî 16ê cotmeha 2017ê derketiye holê, berdewam dijatiya wê Al ê û hemû mafên gelê Kurdistanê dikin.
Basnews
