• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokê herêmê li gel şandeke Mesîhiyan civiya

Gulan Media December 19, 2019 Nûçe
Serokê herêmê li gel şandeke Mesîhiyan civiya
spasiya xelkê Kurdistanê kir
Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel şandeke bilind ya civata Serokên tayêfeyên mesîhî li Îraqê kir ku ji hijmareke Metran, Qeşe û kesayetiyên olî yên mesîhî pêk hatibû.

Armanca serdana şana han pîrozbayî kirin û destxweşî kirin li serokê herêma Kurdistanê bû.

Şanda mêwan pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Serokê herêmê kir û hêviya serkeftinê jê re xwestin û spasiya Serok û gelê herêma Kurdistanê kir ku hijmareke zêde koçber bi taybetî koçberên mesîhî yên ku jiber gefên teror û metirsiyên curbicur ji başûrê Îraqê bar kirine û berê xwe dane herêma Kurdistanê, vehevandiye û her cure xizmetgozariyek pêşkêşî wan kirine.

Şanda mesîhiyan hêviya vê yekê xwest ku herêma Kurdistanê hertim weke mînakeke berçav ya nirxên bilind yên însanî û bihevre jiyanê bimîne.

Şanda mêwan behsa wefadariya xwe bo Kurdistanê û cîhbicîh kirina pîwerdariyên xwe li hember Kurdistanê kir.

Top