• Wednesday, 11 February 2026
logo

Çîn petrola Kurdistanê dikire

Gulan Media December 18, 2019 Nûçe
Çîn petrola Kurdistanê dikire
Qezenca parzûngehên petrolê (rafînerî) li ser asta cîhanê îsal gihiştiye asta xwe ya herî nizim û ji ber vê yekê parzûngehên petrolê hewl didin ‎petrola xav bi buhayê herî kêm bidest bixin. Di vê navberê de palavgehên ‎serbixwe yên Çînê berê xwe dane kirîna petrol Herêma Kurdistanê ku bi nirxekî kêmtir ji bazarên ‎cîhanê tê firotin.‎

Çar bazirganên petrolê ku nexwestine navên xwe eşkere bikin ji Ajansa Blombergê re gotine, ku çar ‎parzûngehên Çînê petrola Kurdistanê kirîne daku di vê mehê û meha pêş de bigihe wan parzûngehan.

Li ‎gor amarên veguhastina deryayî, di nîvê yekem a îsal de parzûngehên Çînî 3 barên petrolê ji Herêma Kurdistanê ‎kirîne, ew di demekê de ye ku sala derbasbûyî ti petrol ji Herêma Kurdistanê nekirîne.‎

Sedemeke din jî ku parzûngehên Çînî berê xwe dane kirîna petrola Herêma Kurdistanê ‎vedigere bo wê yekê ku di çend salên derbasbûyî de çendîn parzûngehên pêşkevtî li Asyayê û bi taybetî li Çînê hatine ‎damezrandin, ku şiyana wan a baştir ji bo parzûnkirina petrola xav a nîvgiran heye, ku ji taybetmendiyên ‎petrola Kurdistanê nêzîk e. Vê yekê jî wiha kiriye ku xwesteka li ser petrola Kurdistanê li parzemîna Asyayê ‎zêdetir be.‎

Rêveberê Lêkolînan li Navenda Lêkolînên Stratejîk ên Enerjiyê ya Çînê (ICIS), Li Li di vê derbarê de dibêje: “Ji ber damezrandina parzûngehên nû, xwasteka Çînê bo kirîna petrola Kurdistanê zêde bûye. Qazanca parzûngehan jî daketiye, ji ber vê jî li pey petrola erzan digerin."

Li gor datayên veguhastina deryayî, sê keştiyên neftî yên bi navê Atlantic Explorer, Minerva Vera and Guanabara di meha bihorî de 2.3 milyon bermîlên petrola Kurdistanê veguhastine Çînê.

Ew data nîşan didin, ku keştiya yekem barê xwe yê petrolê li Çînê vala kiriye û du keştiyên din di rê de ne bo vî welatî û di dawiya vê mehê de digihin Çînê.

Herwiha du keştiyên din bi navên Poliegos û Ottoman Nobility di meha 12an de petrola Herêma Kurdistanê bar kirine û veduguhêzin Çînê.

Bloombergê herwiha ragihandiye, petrola Kurdistanê bi rêya boriyekê ve bo Bendera Ceyhanê li Tirkiyê tê veguhastin û ji wir ve bi keştiyan bo welatên cîhanê tê veguhastin.

Piştî Erebistana Siûdiyê, Iraq duyemîn berhemhênerê mezin ê petrolê di rêxistina OPECê de ye.

Li gor zanyariyên Bloombergê, meha bihorî Iraqê rojane 3.97 milyon bermîlên petrolê hinardeyî derve kiriye ku ji wê rêjeyê jî %11 petrola Herêma Kurdistanê bûye.

Bloombergê amarek jî derbarê bikirên petrola Kurdistanê belav kiriye û daye xuyakirin, ku Îtalya 4.9 milyon bermîl, Yunan 2.6 milyon bermîl, Çîn 2.3 milyon bermîl, Kurwatiya û Îspaniya 1.3 milyon bermîl, Romanya û Îsraîl 1.3 milyon û Taywan jî milyonek bermîl ji petrola Herêma Kurdistanê kirîne.

PARVE BIKE LI SER
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Rudaw
Top