• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li teqînên Serê Kaniyê û Girê Sipî de 20 kes bûn qurbanî

Gulan Media December 18, 2019 Nûçe
Li teqînên Serê Kaniyê û Girê Sipî de 20 kes bûn qurbanî
Li Serê Kaniyê û Girê Sipî 2 teqîn rû dan û di encamê de 20 kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, di encama teqîna bombeyeke vedayî li destpêka bajarê Girê Sipî de, 4 kes hatin kuştin, di nava wan 2 zarok û jinek hebû.

Rewangehê diyar kir jî, li bajarokê Mebrûka yê li rojavayê Serê Kaniyê teqînek bi riya otombîleke bombekirî hate kirin û di encamê de 5 kes hatin kuştin.

Li gor zanyariyên Rewangehê, di encama her du teqînan de zêdetirî 10 kesan birîndar bûne û ku birînên hinan giran e û metirsî li jiyana wan hene.

Piştî dagîrkirina Serê Kaniyê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, bi berdewamî teqîn li bajarî rû didin û di encamê de kesên sivîl dibin qurbanî.

Pêştir jî, Peyvdarê Fermî yê HSDê Gabriyêl Kîno berpirsatiya rûdana teqînan li Serê Kaniyê û Girê Sipî xistibû stûyê Tirkiyê û gotibû, armanca Tirkiyê ew e, rewşa ewlehiyê xirap bibe û xelkê sivîl neçar bibin koçber bibin, ta plana guhartina demografiya wan her du bajaran bicih bike.

K24
Top