Kongrês li ser dûrxistina Trump deng dide
Encûmena Nûneran a Amerîkayê ku Demokrat tê de piranî ne, biryar e îro, deng li ser du madeyên taybet bi lêpirsîna derbarê Serokê Amerîkayê de bidin.
Tê pêşbînîkirin, ew yasa ji aliyê Encûmena Nûneran ve bê pesendkirin, bi pesendkirinê jî Donald Trump, dibe sêyem serok di dîroka Amerîkayê de ku ji aliyê Kongresê ve derbarê w, de lêpirsîn hatiye kirin.
Li ser vê pirsê Donald Trump roja Sêşemê nameyek bo Nancy Pîlosî, Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê şand û nerazîbûna xwe ya tund li hember vê pêngava Encûmenê derbirî û ragihand ku ev hewla ji aliyê Demokratan ve ne ne destûrî ye û serkirdeyên Demokrat guşar li endamên Encûmenê dikin bo ku dengê, ‘erê’ bidin.
Encûmena Nûneran a Amerîkayê, du tohmet arasteyî Trump kirine, yekem, xirap bikaranîna desthilatê, duyem jî pêkanîna berbest bo Kongrêsa Amerîkayê dema ku xwestine lêkolînê li gel bikin.
Lêpirsîna li ser Serokê Amerîkayê, yek ji wan amrazan e ku kêm tê bikaranîn bo dûrxistina serok ji Koşka Spî.
Prose bi du pêngavan dest pê dike, eger endamên Kongrêsê serok bi encamdana xiyanet, wergirtina ruşwet an jî her tawanekî din ê mezin tohmetbar bikin ku bo lêpirsîna destûrî.
Yekem qonaxa dengdanê li Encûmena Nûneran dest pê dike û piraniyeke xwerû pêwîst e, eger bê pesendkirin, ew yasa bo Encûmena Pîran dê şandin bo destpêkirina lêpirsînê derbarê serok de, bo dûrxistina serok ji postê wî jî pêwîstî bi dengê du li ser sê 100 endamên Encûmena Pîran e.
Eger ev rû bide, bi şêweyekî otomatîkî ji postê wî tê dûrxistin û ti egereke din a bo betalkirina wê biryarê nîne.
Her çiqas heta niha ti serokek bi rêya vê proseyê nehatibin dûrxistin jî, lê proseya lêpirsînê derbaê du serokan de ji aliyê Encûmena Nûneran ve hatine pesendkirin û ew li Encûmena Pîran şikestine ku ew jî li ser Andrew Johnson sala 1868 û Bîll Clînton sala 1998.
Sala 1974an Rîcard Nîkson ji bo ji aliyê Kongrêsê ve lêkolîn li ser wî neyê kirin, dest ji kar kişand ku ev jî ji ber skandala Watergatê bû.
Rudaw
