• Wednesday, 11 February 2026
logo

Salih Muslim: Divê ENKSê bê merc tevlî Rêveberiya Xweser bibe

Gulan Media December 18, 2019 Nûçe
Salih Muslim: Divê ENKSê bê merc tevlî Rêveberiya Xweser bibe
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) radigihîne, girtiyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê nîn in û divê ENKS bê merc tevlî saziyên Rêveberiya Xweser bibe.

Hevserokê Desteya Pêwendiyên Derve yê PYDê Salih Muslim derbarê pirsa yekrêziya Kurdî û avakirina baweriyê di navbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de ji K24ê re ragihand, ti girtiyên siyasî di zîndanên Rêveberiya Xweser de nîn in. Divê ENKSê jî bê merc tevlî Rêveberiya Xweser bibe û ti kesek jî mercan qebûl nake.

Ev daxuyaniya Salih Muslim piştî wê yekê tê, Fermandarê Giştî yê HSDê pêr di twîttekê de diyar kiribû, xebatên wan ên avakirina yekrêziya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di atmosfereke erênî de didomin. Di rojên pêş de, gavên avakirina baweriyê dê bên avêtin.

Herwiha di wê çarçovê de jî duhî Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand, ta bawerî di navbera hemû rêxistinên siyasî û îdarî de bê avakirin, ti astengî li pêş ENKSê nîn e nivîsgehên xwe veke û karê xwe ya siyasî, civakî û ragihandinê bike û pêwîst nake rêdanên ewlehiyê yên pêşwext werbigire.

Derbarê dosya girtiyên siyasî û kesên hatine windakirin de jî, Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser ragihand, ENKS lîsteyek bi 10 navan roja 15ê vê mehê radestî HSDê kir, Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser jî di vê derbarê de komîtek bo şopandin û lêkolînê pêk aniye û dê hemû encaman bi ENKSê re parve bike.

Li ser pirsa yekrêzî û yekhelwestiya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, berpirsên ENKSê dibêjin, ENKSê pêştir çend rêkeftin bi PYD/Rêveberiya Xweser re kirine, lê ew pabendî ti rêkeftinekê nebûne û bi ser de jî endam û nivîgehên ENKSê girtine, ji bo yekrêziyê divê destpêkê bawerî bê avakirin.

K24
Top