• Wednesday, 11 February 2026
logo

Tirkiye û cîhadî dîsa zeytûnên Efrînê dizîn

Gulan Media December 18, 2019 Nûçe
Tirkiye û cîhadî dîsa zeytûnên Efrînê dizîn
dahata dizîna zeytûnan 50 miliyon dolare
Li gor jêderên tabetî ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê, îsal jî li gel hatina demsala kom kirina berhemên zeytûna Efrînê, artêşa Tirkiye û cîhadiyên ku Efrîn dagîr kirine dîsa zeytûnên Efrînê dizîne.

Jêder behsa vê yekê dikin ku çekdarên artêşa Tirkiye û cîhadî bi zorê çekan zeytûnan ji şêniyên Efrînê didizin û ji xwe re dibin Tirkiyeyê.

Ji aliyeke din ve hate zanîn ku dahata Tirkiyeyê ji dizîna zeytûnên Efrînê zêdetir ji 50 miliyon dolare.

Par jî Tirkiye û cîhadî zeytûnên Efrînê dizî bûn û kesên ku zeytûnên xwe nedabûn Tirkiye û cîhadiyan dar zeytûnên wan hatine birîn û şewitandin.

Top