• Wednesday, 11 February 2026
logo

Xwepîşander çend bîrên petrolê daxistin

Gulan Media December 17, 2019 Nûçe
Xwepîşander çend bîrên petrolê daxistin
Li gor çapemeniya Îraqê, di çarçoveya xwepîşandanên li Îraqê de, alozî û arîşe zêdetir bûne.

Çapemeniya Îraqê belav kir ku xwepîşanderên li Besreyê êrîşî ser çend bîrên petrolê yên li Rojavayê Besreyê kirine û ev bîrên han daxistine.

Li gor jêderan xwepîşander rê nadin ku karmendên wan bîran biçin ser karên xwe û bîran bixebtînin.

Weke tê zanîn ku ev nêzî du mehe xwepîşandanên li Îraqê didomin û Serokwezîrê Îraqê jî dev ji kar berda û zêdetir ji 460 xwepîşaner hatine kuştin.
Top