• Wednesday, 11 February 2026
logo

PDK û Gorran: Piştevaniyê li çaksaziya Hikûmetê dikin

Gulan Media December 17, 2019 Nûçe
PDK û Gorran: Piştevaniyê li çaksaziya Hikûmetê dikin
Şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Gorranê îro li Pîrmamê ya ser bi Hewlêrê ve civiyan û di konferanseke rojnamevanî de her du aliyan piştevaniya xwe bo çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbirî.

Peyvdarê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand, di civînê de ronahî li komek bûyerên girîng ên li navçeyê hene hat xistin.

Da zanîn jî, aloziyên niha, hem metirsî û hem derfet tê de hene, divê rûbirûyî wan metirsiyan bibin heger hebin. Ji bo Herêma Kurdistanê neyê piştguhxistin, divê beşdariyê di avakirina Iraqê de bikin û berjewendiyên Kurdistanê biparêzin.

Ragihand jî, her du aliyan behsa wê yekê kirin, şandên diçin Bexdayê divê hevrêzî di navbera wan de hebe û her du alî hewl didin bi hev re û bi aliyên din ên Kurdistanî re li Bexdayê hevpeymaniyekê pêk bînin.

Amaje bi wê jî da, wan biryar da civînên zêdetir di navbera wan de bên kirin. Herwiha her du alî piştevaniyê li çaksaziyên Hikûmetê bikin. got jî: Dibe ku hin nîgeranî hebin, ku beşek ji rêkeftinan nehatine bicihkirin, lê pêwîstiya wan tenê bi demê heye û zemîneyê jê re amade dikin.

Ji aliyê xwe ve, Sekreterê Karûbarê Odeyên Tevgera Gorranê Derbaz Mihemed ragihand, civîn girîng bû û wan li ser 3 astan guftûgo kirin, li ser asta Iraq, Kurdistanê û karên Hikûmetê.

Ragihand jî, her du aliyan tekezî li ser wê yekê kirine, ku piştevanîkirina li çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin û projeya çaksaziyê li Parlemanê bê pesendkirin.

K24
Top