Karîgeriya peyamên Partiya Dahatû yên li ser Kurdan
Ahmet Davutoglu yê Serokwezîrê berê yê Tirkiyê piştî ji partiya xwe ya berê AK Partî îstîfa kir Partiya Dahatû ava kir û dema polîtîkayên partiya xwe eşkere kirin bal kişand ser kêşeya Kurd. Davutoglu behsa girîngiya perwerdehiya bi zimanê dayikê kir û da zanîn pêwendiyên li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo çareserkirina hin kêşeyan pêwîst e zêdetir bên pêşxistin.
Li gor Îlhamî Işikê rojnamevan di siyaseta navdewletî de bi taybetî li ser meseleyên Kurd û Rojhilata Navîn rola Herêma Kurdistanê her ku diçe zêdetir dibe û Davutoglu jî vî tiştî dibîne û loma girîngiyê dide pêwendiyên li gel Hewlêrê.
Rojnamevan û çavdêrê Siyasî Îlhamî Işik ji K24ê re got: “Hem aliyê opozîsyon hem jî aliyê desthilatdara Tirkiyê, di meseleya Kurdan û kêşeyên din de Başûrê Kurdistanê wek deriyê çareseriyê dibînin. Davutoglu û gelek siyasiyên din jî dizanin têkçûna pêwendiyên li gel Hewlêrê, zirarê dide wan jî. Bêyî pêwendiyên dostane yên li gel Hikûmeta Kurdistanê, tu partî nikare di siyaseta Tirkiyê de karîger bibe.”
bi taybetî jî li ser dengdêrên Kurd di siyasetê de tê axaftin. Bi nêrîna Ufuk Urasê siyasetzan û akademîsyen nêzîkatiyeke mezin a Kurdan bo partiyê niha çênabe, ji bo piştgiriya Kurdan pêdivî bi gavên berçav hene.
Akademîsyen Ufuk Uras dibêje: “Ji ber kiryarên berê yên navbera 7ê Hezîran û 1ê Mijdara 2015an ku li bajarên Kurdan û giştiyê Tirkiyê bûyerên dilêş rû dan, rexne li Davutoglu tê kirin. Loma der barê wan mesleyan de ka Davutoglu çi bêje gelo rexneya li ser xwe dê qebûl bike yan na? Li gor bersiva van pirsan Kurd dê helwestek nîşanî Davutoglu bidin. Lê peyamên wî yên erênî dê berdewam bike.”
Piştî avakirina Partiya Dahatû, tê çaverêkirin heta mehekê Alî Babacanê Wezîrê Berê yê Tirkiyê jî partiyekê ava bike. Zêdebûna hevrikiryên siyasî ji hêla çavdêr û pisporan ve ji bo çaresekirina kêşeya Kurd û yên din jî wek fersendek tê nirxandin.
K24
