• Wednesday, 11 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî û Balyozê Brîtanya li Iraqê pêwendiyên dualî guftûgo kirin

Gulan Media December 17, 2019 Nûçe
Mesrûr Barzanî û Balyozê Brîtanya li Iraqê pêwendiyên dualî guftûgo kirin
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Brîtanyayê li Iraqê Stephen Hickey kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Balyoz Hickey kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de jê re xwast.

Balyozê Brîtnayayê piştevaniya xwe bo pêngavên çaksaziyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbirî û amadehiya welatê xwe jî bo girîngîpêdana bi pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re nîşan da, bi taybet handana webirhênerên Brîtanî bo zêdetir li Herêma Kurdistanê webirhênanê bikin.

Herwiha balyozê Brîtanyayê piştevaniya xwe jî bo rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Darayî ya Hikûmeta Federal a Iraqê ya derbarê budceyê de derbirî.


K24
Top