• Wednesday, 11 February 2026
logo

Pêntagon bersiva gefên Erdogan dide

Gulan Media December 16, 2019 Nûçe
Pêntagon bersiva gefên Erdogan dide
Wek bersivek bo gefên serokê komara Tirkiyê, bi daxistina bingeha Ençerlîk û kurcîk li Tirkiyê, wezareta berevanîya Emerîkayê (Pêntagon) ragehand: Hemû hewlekê didîn dakû peywendîyên xwe li gel Tirkiyê biparêzîn.

Wezareta berevanîya Emerîkayê ragehandîye, hebûna serbazên Emerîkayê di wan dû bingehan de bi rezamendîya hikumeta Tirkiyê bûye.

Herweha amaje bi wê yekê kirîye, Emerîka wek sêmbûlîk dinere hebûna hêzên xwe li Tirkiyê û di çarçove ya hevkarîya demdirêje bo paraztina hevpeymaneka Natoyê û hevpişkekê sitratîjîyê Waşitunê.

Di van dawîyan de peywendîyên Emerîka û Tirkiyê girjî têketî ye bi sedema kirrîna sîstema berevanîya asamanî S400 Rûsiyayî ji alîyê Tirkiyê ve. Dûhî jî Receb Teyîb Erdogan, serokê Tirkiyê gef li Waşitinê kir û got: Heke Emerîka sizayan bio ser me re bisepîne, Em hêzên Emerîkayê ji herdû bingehên Encerlîk û korcîk li Tirkiyê dê derbikîn û nahêlîn li Tirkiyê bimînin.
Top