• Wednesday, 11 February 2026
logo

Wezareta derve ya Amerîkayê dest bi nûjen kirina perestgeha Laleşê kir

Gulan Media December 16, 2019 Nûçe
Wezareta derve ya Amerîkayê dest bi nûjen kirina perestgeha Laleşê kir
Serokê şaredariya Şêxanê ragehand, projeya nûjen kirina perestgeha Laleşê ji aliyê wezareta derve ya Amerîkayê ve destpê kiriye.

Serokê şaredariya Şêxanê û serpereştyarê nûjen kirina perestgeha Laleşê Xalîd Nermo ji BasNewsê re ragehand, îro 16.12.2019ê li gor bernameya parastin û nûjen kirina cîhên dîrokî û çandî ya Kurdistan û Iraqê, ji aliyê wezareta derve ya Amerîkayê ve, projeya nûjen kirina perestgeha Laleşê, ku berê civata ruhaniya êzdiyan û zankoya Pensîlvanyayê rêkeftin li ser kiribûn destpê kir.

Herwaha got, proje bi serpereştiya tîmeke zankoya Pensîlvanya û civata ruhaniya êzdiyan ve berdewam dibe. Yekem care ji aliyê wezareta derve ya Amerîka û balyozxaneya wî welatî ya Bexdayê ve pare bo perestgeha Laleşê tê cuda kirin.

Berî naha ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê û hejmarek kesên xêrxwaz ve 500 milyon dînar bi armanca nûjen kirina perestgeha Laleşê re hatibû cuda kirin. Ji ber wê sedî 10ê nûjen kirina projeyê hatibû bicîhanîn.

Basnews
Top