• Wednesday, 11 February 2026
logo

Ji ber vê belgeyê Bafil Talebanî 38 endamên rêveberiya YNKê kir hevbeşê xiyaneta 16ê cotmehê

Gulan Media October 16, 2024 Nûçe
Ji ber vê belgeyê Bafil Talebanî 38 endamên rêveberiya YNKê kir hevbeşê xiyaneta 16ê cotmehê

Piştî derbasbûna 7 sal li ser xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê Bafil Talebanî û YNKê, ku Kerkûk û gelek navçeyên Kurdistanê radest kirin, BasNews naveroka wê belgenameyê belav dike ku rêveberên YNKê îmza kirine û xiyaneta 16ê cotmehê bi wê belgeyê hatiye kirin.

Li gor wê belgenameya ku ji aliyê gelke rêveberên YNKê ve hatiye îmza kirin û beşek ji wan bi rêya telefonê ve rezamendî nîşan dane û îmza kirine, roja 14ê cotmeha 2017ê îmza kirin û biryar hatiye dayîn;

1-Rêveberiya leşkerî ya hevbeş li sînorê Kerkûkê bê pêkanîn ku nûnertiya hêzên Amerîka, Pêşmerge û artêşa Iraqê têde be, erkê wan ê serekî pêktê ji dabînkirina aştî û aramiya wan navçeyan û binkeyê wan jî li binkeyê Keywan a bajarê Kerkûkê dibe.

2-Ti hêzeke leşkeri nabe bê nav bajarê Kerkûkê.

3-Pirsgirêk û nakokiyên din ên di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal bi rêya dîalog di çarçoveya destûrê de bê çareser kirin.

4-Netewên Yekbûyî û Amerîka hevkar û piştîvan dibin ji bo cîhbicîh kirina xalên li jor hatine nivîsandin.

Hêjayî gotinê ye li gor wê belgenameya ku ji rêveberiya YNKê ve ketiye dest BasNewsê, îmzaya wan rêveberên YNKê di xiyaneta 16ê cotmehê de heye;

-Rafet Ebdula

- Rizgar Elî

- Saman Germiyanî

- Sîrwan Kwêxe Necim

- Bilêse Cebar Ferman

- Dr. Ciwan

- Ala Talebanî

- Herêm Kemal Axa

- Asos Elî

- Aso Mamend

- Rehber Seyîd Birahîm

- Nermîn Osman

- Nesrula Surçî

- Mihemed Wetman

- Hamidî Hacî Xalî

- Ednan Heme Mîna

- Xalid Şiwanî

- Berzan Ehmed

- Helo Pênciwênî

- Perwîn Babekir

- Yasîn Nêrweyî

- Westa Resûl

- Arêz Ebdula

- Şêx Letîf

- Ferîd Eseserd

- Qadir Ezîz

- Cemîl Hewramî

- Mehmûd Sengawî

- Dr. Xesrew (Bi telefon)

- Westa Hesen (Bi telefon)

- Heme Hemeseîd (Li teniştê nivîsandiye Kak Ednan)

- Omer Fetah (Nivîsandiye; Li gel im lê îmza nake)

- Bêgerd Talebanî (Bi telefon)

  • Feryad Hîranî (Bi telefon)

 

Basnews

Top