Mesrûr Barzanî ji kesûkarekî Enfalkiriyan re: Mamê min û pismamekî min jî hatin Enfal kirin
Di beşa duyem a hevdîtina Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistan Mesrûr Barzanî ya “Xelk li gel Serokwezîr” di bersiva pirsa yek ji amadebûyan de ku kesûkarên wî enfalkirîbûn de got, mamek û kurmamekî min jî enfalkirîne, dema ez diçim ser her tirba şehîdekî, wisa dizanim ku mam û kurmamê ninin.
Mesrûr Barzanî ragehand: “Ez nizanim termê hemû enfalkiriyan li kurin, gelek ji enfalan li hindek cihan hatine dîtin, lê gelek jî nehatine dîtin. Ez bi xwe jî mam û kurmamê min û ewên din ku hatine enfal kirin, gelek ji wan kesana re rê nehatine dayîn bînin, a ku min bihîstiye gotin divê pişkinîna DNA bo wan bê kirin, pişkinîna DNA bo hemû kesî zehmete bê kirin ji ber ku di be hindek bên dîtin û hindek neyên dîtin.”
Herwaha got, “Êdî Şehîd Şehîde ev bave, biraye, mame û kurmame, nizanim kijan ji wan kîjanin, nedibû eve bibûya Merc ku DNA bê kirin heta ku yek were dîtin, ji ber ku dibe ku gelek bên dîtin? Base ewên neyên dîtin çi? Ew jî di wê hesretê de bimînin heta heta?”
Serokwezîr herwaha got: “Bêguman ez li gel weme û çi ji dest me bê bo vegerandina wan divê em bikin? Ez nizanim tiştê ku ketiye ser herêmê ku hehatiye kirin? Bawer nakim ji ber ku me her çi hatiye xwestin ji aliyê we ve ji asankarî û serdan kirin û piştevanî kirin û dabîn kirina alîkariyê û her çi ji hikûmetê hatiye xwestin me kirine û di wê de jî berdewamin. Piştre cihê wan ji mere bibêjin bi ser çavan ezê ji wezaretê re bêjim bo ku dûvdeçûnê bo wan bikin.”
Basnews
