Mûçeyên fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di bûdceyê de hat garantîkirin
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê ragihand, piştî pesendkirina lîsteya bûdceya mûçeyên fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye garantîkirin.
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Dr. Şaxewan Ebdulah di kongireyeke rojnamevaniyê de ragehand: “Li ser lîsteyên bûdcê rêkeftin hat kirin û parlamentoyê cara dawî deng li ser da.”
Herwaha got, “Me di civîna xwe de a li gel lijneya darayî ew mijar bi dawî kir û dengdan li ser hat kirin û bi dengên zêde derbas bû ku destkariya lîsteya bûdceyê neyê kirin, li gel wê jî, me destûr da serokwezîr ku du trilyon dînar bikar bîne."
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê şakera kir: “Di wê yasayê de mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistan hatiye garantî kirin û me li ser wê kar kir ku bûdce weke xwe bê derbas kirin û deng li ser bê dayîn.”
Herwaha dibêje, “Mûçeyên fermanberên Herêma Kudistan hatiye garantî kirin di çarçoveya bûdceya bikar birina wekû xwe, ya ku maye pêwîste Hikûmeta Iraqê pêbendî wan lîsteyan be ku bi xwe şandiye.”
Îro êvarê Parlamentoya Iraqê deng da lîsteya bûdca sala 2024 a Iraqê û pejirand.
Roja 21.05.2024ê bernameya bûdceya sala 2024ê ku zêdetirî 211 trîlyon û 861 milyar dînar e, piştî pesendkirina Encûmena Wezîran ji Parlamentoya Iraqê re hat şandin.
Basnews
