• Friday, 13 February 2026
logo

Li Helebê 12 kes hatin kuştin

Li Helebê 12 kes hatin kuştin

Îsraîl êrîşî ser çend deveran kiriye.

Li gor nûçeyeke navenda çavdêriya mafên mirovan ya Sûrî duhê bişev balefirên cengî yên Îsraîlê êrîşî Heleb û derdorê Helebê kiriye.

Navendê diyar kiriye ku, di encama êrîşa han de li bilindahiyên Helebê herî kêm 12 çekdar hatine kuştin û gelek çekdarên din jî birîndar bûne.

Heta niha Îsraîl di vê derbarê de ti daxuyanî nedaye û nehatiye zanîn çekdarên kuştî ser bi çi aliyekê ne.
 

Top