Serokê Hikûmetê: Kurdistan û aboriya wê ber bi qonaxeke nû ve dê pêngavan bavêje
Duh 31.05.2024ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragehand, hêvîdarim mûçexwar berdewambin li tomarkirina xwe ya ji bo wergirtina mûçeyên xwe bi awayekî modern û sûdmendbin ji xizmetên bankayê.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di tora xwe ya civakî X de nivîsand ku Kurdistan û aboriya wê ber bi qonaxeke nû ve pêngavan davêje.
Hêjayî gotinê ye îro Hikûmeta Herêma Kurdistanê di tora xwe ya fermî de ya civakî X de belav kir ku hejmara beşdarbûyan li projeya serkeftî ya ‘’Hejmara Min’’ geheştiye 400 hezar mûçexwar û prose jî berdewam dike.
Basnews
