• Friday, 13 February 2026
logo

Serhijmêriya Ezmûnî li Kerkûkê li jêr rêkarên ewlehiyê bi rê ve diçe

Serhijmêriya Ezmûnî li Kerkûkê li jêr rêkarên ewlehiyê bi rê ve diçe

 Piroseya Serhijmêriya Ezmûnî ji bo dema du heftiyan li Îraq û Herêma Kurdistanê berdewam dibe, li Kerkûkê jî ev pirose ji aliyê sê tîman ve hatiye destpêkirin.

Piroseya Serhijmêriya Ezmûnî li Kerkûkê îro (În, 31.05.2024) ji aliyê sê tîman ve û li sê deverên cuda yên bajarî (Gurgeçal, Begler û Eden) hatiye destpêkirin.

Peyamnêrê K24ê yê Kerkûkê Hêmin Delo di vî warî de got, “Erkê van tîman dê Serhijmêriya Ezmûnî be û dê ji bo dema du heftiyan berdewam be”.

Hêmin Delo amaje jî da, “Serhijmêriya Ezmûnî li Kerkûkê li jêr rêkarên dijwar ên ewlehiyê de dimeşe”.

Serhijmêrî li Kerkûkê giring e ji ber ku hejmareke neteweyên cuda lê heye û devereke ku arêşe li ser heye û di qonaxên bicihanîna madeya 140ê ya destûrî de jî behsa serhijmêriya wî bajarî hatiye kirin.

Wezareta Pilandananê ya Îraqê roja 20ê Mijdara îsal ji bo serhijmêriya giştî ya şêniyan û cihên akincîbûnê li seranserî Îraqê tevî Herêma Kurdistanê diyar kiriye. Li dû pilana ku hatiye danan, ew pirose dê du rojan berdewam be û li tevaya dezgehan jî dê bêhnvedana fermî be.

 

K24

Top