• Friday, 13 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Civîn erênî bûn û em hemû li benda encaman in

Mesrûr Barzanî: Civîn erênî bûn û em hemû li benda encaman in

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, piştî rawesteka xwe a serdana Bexdayê, di konfiranseke rojnamevaniyê de ragehand ku civîn erênî bûne û ew hemû li benda encamane.

Serokwezîr Mesrûr Barzanû piştî civîna xwe ya li gel Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm ragehand, ku li gel hemû aliyên siyasî yên Iraqê pêywendiyên wan yên baş hene û wan jî piştevaniya xwe ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de bi awayekî bingehî anîn ziman.

Mesrûr Barzanî herwaha got, “Civîn hemû jî erênî bûn û em hemû li encama ne û hêvî dikin di berjewendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê de bin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistan Mesrûr Barzanî îro pêncşemê li gel şandeyekî, serdana Paytexta Iraq Bexdayê kir û bi gelek berpirsên bilind yên Iraqê re civiya ye.

 

Basnews

Top