Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im em bikaribin ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de gavên baştir bavêjin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragehand: “Em hêvî dikin ku bikaribin pêngavên baştir ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de bavêjin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 30.05.2024, di konfiranseke rojnamevaniyê de di derbarê civîna xwe ya li gel Nûrî Malîkî, Serokê Hevpeymanên Dewleta Yasayê ragehand: “Nûrî Malikî li gel me hemfikir bû ku bi awayekî bingehî pirsgirêk bên çareserkirin.”
Herwaha got: “Hêvîdarim ku em bikaribim pêngavên gelek baştir ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de û ji îro şûnve jî bi tenê behsa pirsgirêkê neyê kirin û belkû behsa baştir kirina wan pêywendiyan bê kirin ku di navbera me de heye.
Basnews
