• Friday, 13 February 2026
logo

Serokwezîr û balyozê Austiraliyayê civiyan

Serokwezîr û balyozê Austiraliyayê civiyan

Behsa rewşa herêmê û deverê kirin.

Duh Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Austiraliyayê yê li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand:

Îro me pêşwaziya balyozê Austiraliyayê yê li Îraqê birêz Glenn Miles kir.

Li ser girîngiya pêşde birina têkiliyên du alî û parastina asayîş û aramiya herêma Kurdistan û Îraqê û rûbirû bûna gef û metirsiyên terorê li deverê de hemfikir bûn.

Pêwîstiya çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî li ser esasê destûrê û dabîn kirina maf û şayîsteyên darayî yên herêmê û herwiha girîngiya lidar xistina hilbijartinên parlementoya Kurdistanê di demeke goncaw ya îsal de di nava rewşeke azad û dadmend û bi beşdarî û parastina mafên pêkhateyan mijarên dinyên civîna me bûn.

Top