• Friday, 13 February 2026
logo

Wezareta Plandanana Iraqê û şandeyekî Herêma Kurdistanê danûstanê li ser hemahengiyê dikin

Wezareta Plandanana Iraqê û şandeyekî Herêma Kurdistanê danûstanê li ser hemahengiyê dikin

Wekîla Kargêriya Wezareta Plandananê ya Iraqê û şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê dicivin û danûstandin li ser mîkanîzma dana hejmara fermanberiyê ji bo fermanberên Herêma Kurdistanê û karê bi hev re di warê teknolojiya zanyaran û çend mijarên din kirin.

Ofîsa Ragehandinê ya Wezareta Plandananê ya Iraqê duh 28.05.2024 ragehand ku, ji bo danûstandinên li ser mîkanîzma dana hejmara fermanberiyê ji bo fermanberên Herêma Kurdistanê bi şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê re civiya.

Wezareta Plandananê ya Iraqê amaje da, “Wekîla Kargêriya Wezareta Plandananê ya Iraqê Ezhar Hisên Salih li ser dana kodê fermanberiyê ji bo fermanberên Herêma Kurdistanê bi Serokê Fermangeha Teknolojiya û Zanyariyan Hîwa Fendî, Birêveberê Giştî yê Karûbarên Peywendiyan û Lidûvçûnê li Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Hacî Hemed û Birêveberê Ofîsa Serokê Fermangeha Teknolojiya Zanyaran Bêstûn Cercîs re civiya.

Ofîsa Ragehandinê ya Wezareta Plandananê ya Iraqê eşkere jî kir, “Di wê civînê de danûstandin li ser dana hejmara fermanberiyê ji bo fermanberên Herêma Kurdistanê û asoya peywendiyan di warê teknolojiya zanyaran û xizmetkariyên eliktironî û vexwandina şarezayên warê teknolojiya zanyaran ji bo serdana Fermangeha Teknolojiya Zanyaran li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin.

 

Basnews

Top