Sûdanî daxwaz dike ku şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê neyê paşxistin
Serokwezîrê Iraqê daxwazê dike ku şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê neyê paşxistin.
Nivîsîngeha Ragehandinê ya Serokwezîrê Iraqê îro 27.05.2024 ragehandinek belav kir ku tê de hatiye, “Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî serokatiya civînekê li ser lidûçûna Tewtîna mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê kir”.
Di wê civînê de Sûdanî tekez kir, “Pêdivî ye biryara Dadgeha Federalî ya di derheqa Tewtînkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê de bê bicihanîn, (dixwazin Sîstema belavkirina mûçeyên fermanberên kurdistan, bi belavkirina sîstema mûçeyên fermanberên Iraqê ya Tewtîn ve belav bikin) herwaha lidûçûn ji bo rêkaran bi Banka Navendî ya Iraqê û bankên hikûmî re di vî warî de hat kirin”.
Sûdanî daxwaz kir ku şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê neyê paşxistin û got, “Hikûmeta Iraqê li dû qanûn û destûrî pabendî dabînkirina mafên wan e”.
Her îro Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez kir ku berdewam bi Serokwezîrê Iraqê re di peywendiyê de ye, ji bo ku arêşeyên helawîstî yên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûrî bên çarekirina. Herwesa got, “Me hemî şiyanên xwe dane karî ku mûçeyên fermanberan di dema xwe de bên dan”.
Basnews
