Li Amerîkayê ji ber bahoza bihêz, 20 kes mirin
Li eyaletên Oklahoma û Arkansas yên Teksasa Amerîkayê bohozên tund rê li mirina herîkêm 20 kesî, bi sedan birîndarbûnan û hilweşîneke berfireh vekir.
Parêzgarê Kentuckyyê Andy Beshear di demeke zû de li ser platform tora civakî Xê, li herêmê rewşa awarte ragehand, ku tê de behsa gelek raporên ziyanên jib a û bahozê tê kirin.
Beshear ku diyar kir wê agahiyên nû parve kirinê berdewam bike, û got, “Wekî ku me her dem kiriye, emê viya jî bi hevre derbas bikin.”
Parêzgarê Teksasê Greg Abbott li bajarê Valley View di daxuyaniya xwe a çapemeniyê de ragehand ku ji ber leza pir zêde ya bahozê nêzîkî 100 kes birîndar bûn û ji 200 avahiyan zêdetir xisar dîtin û di nava kesên mirine de jî 2 zarokên temenê wan 2 û 5 salî jî hebûn.
Li gor sîstema PowerOutage ku qutbûna elektrîkê dişopîne, ji ber bahoz û rewşa hewayî ya dijwar, zêdetirî 170 hezar mal li Arkansas û Missouriyê bê elektrîk man.
Li Teksas û Oklahoma de jî nêzîkî 20 hezar mal bê elektirîk man.
Basnews
