• Friday, 13 February 2026
logo

Li Ermenîstanê ji ber rabûna lehiyê 4 kes mirin

Li Ermenîstanê ji ber rabûna lehiyê 4 kes mirin

Li herêma Tavuş û Lorî ya li bakûrê Ermenistanê di karesata lehiyê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li herêma Lorî û Tavuş ya Ermenistanê karesata lehiyê pêk hat. Wezîrê Rêveberiya Herêmî û Avakirinê yê Ermenistanê Gnel Sanosyan derbarê karesata lehiyê de daxuyanî da û got, “Di sibehê pêve operasyonên rizgarkirinê careke din destpê kir. Ji 100 kesî zêdetir tîmên rizgarkirinê yên ser bi wezareta navxwe li cîhê bûyerê kar dikin. Li xalên cuda yên li herêmên Lorî û Tavuş, 429 kes hatin veguhestin. Di herêma karesatê de termê 4 kesan hatin dîtin.”

Sanosyan ragehand ku ji ber karesata lehiyê li herêmê xirabûn û hilweşînên giran hatin jiyan kirin û got, “Bi giştî 17 pire hilweşiyan. Beşek ji van pirên biçûkin. Lê belê 5 pirên mezin jî hilweşiyane û ji bo nûjen kirina wan dem û xebateke zêde pêwîste.  Di encama hilweşîna van piran de, pêywendiya me bi cihên niştecîh re zehmet bûye. ji bo cihên biçûk yên niştecîhî çareserî hatine dîtin û bi van cihan re pirsgirêka pêywendiyê nîne. Lê ji ber hilweşîna pirên mezin pirsgirêka pêywendiyê hat jiyan kirin.”

 

Basnews

Top