Artêşa Iraqê rê li cotkarên sînorê Şiwan û Pirdê û Dûbiz digre
Artêşa Iraê roja duşemê careke din bi behaneya ku genimên xwe bibin sayloyên Kerkûkê, li sînorê nahiyeya Şiwan û Pirdê û Dûbiz pêşî li cotkarên kurd girtin.
Cotkarê ji gundê Gogceye Dilêr Ebdulbaqî ji BasNewsê re ragehand ku piştî rirûna berhemên wan, li xalên kontrolê yên Kerkûk û Lawekyan pêşî li wan tê girtin û ji bo wê mebestê ew xal hatine danîn û rê nadin ku derbasî nav bajêr bibim da ku berhemên xwe bifroşin.
Herwaha dibêje ku ew ji wan re dibêjin, tenê kamyonên 5 tonî dikarin derbas bibin, eve jî çareserî nîne, saleke em westiyane û pêwîste em bifroşin û di warê darayî de pêwîstiya me bi wî pareyî heye, ji ber ku beşek ji cotkaran qerdarin û divê qerên xwe bidin.
Hêjayî gotinê ye ku biryar e sibe rêveberiya çandiniyê a Kerkûkê serdana cotkaran bikin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi wan re bicivin.
Basnews
