Li Vîetnamê di avahiyekî de şewat derker, 14 kes mirin, 6 kes birîndar bûn
Li paytexta Vîetnam Hanoî’yê di avahiyekî de şewat derket, herîkêm 14 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn.
Li Hanoî paytexta Vîetnamê di avahiyekî de demjimêrên şevê de şewateke ku sedema wê hîn nediyare derket.
Tîmên agirkujiyê ku midaxileyê wê agirê avahiya ku 24 kes tê de bûn kirin, lê ji ber ew avahî di kolaneke teng de cîh digirt kontrol kirina agir jî zehmet kiriye.
Herwaha hat ragehandin, di wê şewata ku dinava yek demjimêrî de hat kontrol kirin de, herîkêm 14 kesan canê xwe ji dest dan, 6 kes jî birîndar bûn.
Hat diyar kirin agir di dikana bisîkletên elektirîkê ya di qada duyem ya wê avahiyê de derketiye, rayedaran jî ragehandin ku lêpirsîneke berfireh hatiye destpê kirin.
Li gorî daneyên Ofîsa Giştî ya Îstatîstîkê ya Vîetnamê, di çar mehên destpêka vê sale de li wî welatî bi giştî hezar û 555 agir û teqîn çêbûne.
Şewat û teqînên ku bûne sedema mirina 28 kesan û birîndar bûna 26 kesan, bûye sedema ziyana madî a nêzîkî 3,5 milyon dolaran.
Basnews
