Ano Cewher: Li Silêmaniyê yek gund û dibistanekî xirîstiyanan tine
Serokê Hevpeymaniya Mesîhî ragehand, wan heft hezar xwandevanên dibistanê li Hewlêr û Duhokê hene ku zimanê Suryanî dixwînin, herwaha 200 gundên wan li Duhokê hene, lê ti yek ji wan li Silêmaniyê tine û kursiyek ji bo xirîstiyana hatiye danîn.
Serokê Hevpeymaniya Mesîhî Ano Cewher di hevpeyvîneke televîzyonî de amaje bi wê yekê kir ku li duhokê nêzîkî 200 gundên wan hene, herwah li Silêmaniyê yek gundeke wan tine.
Herwaha got, li Hewlêr û Duhokê 52 dibistanên Siryanî hene, 7 hezar xwandevan bi zimanê Siryanî dixwînin û 650 mamostayên Siryanî hene, lê li Silêmaniyê ti yek ji wan jî tine ye.
Herwaha ragehand, 12 hêzên siyasî yên Xirîstiyan hene ku binkeyên wan li Hewlêrê ye û li Silêmaniyê tine û got: ‘’Ev ne xetayê PDK û YNKê ye, demografiye me berî wan herdu partiyan jî her li wan deveran hebûye, ku dîroka wê vedigere bo 7 hezar sal berî naha.’’
Ano Cewher teqez kir ku tişta naha li Xirîstiyanan tê kirin zulme.
Roja 21ê Gulanê Desteya Dadweriya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Helbijartinên Iraqê biryar da ji 100 kursiyên Parlamentoya Kurdistanê 5 kursî ji bo pêkhateyan bê veqetandin.
Li gor wê biryarê du kursî ji bo Hewlêrê (1 kursî ji bo tirkem, 1 kursî jî bo xirîstiyanan) 2 kursî ji bo Silêmaniyê (1 kursî bo tirkmen, 1 kursî bo Xirîstiyanan) û kursiyek jî bo Duhokê û ew jî ji bo Ermeniyan hatiye diyar kirin.
Pêkhateyên Herêma Kurdistanê vê yekê wek neheqî dizanin û li gor wan ev biryar lêdane li berjewendiyên pêkhateyan.
Basnews
