• Friday, 13 February 2026
logo

Li Zapê leşkerekî artêşa Tirkiyeyê pê li teqemeniyê kir û mir

Li Zapê leşkerekî artêşa Tirkiyeyê pê li teqemeniyê kir û mir

 Leşkerekî artêşa Tirkiyeyê li herêma operasyona Pençe-Kilîd a li sînorê Herêma Kurdistanê pê li mîn ango mayînekê kir û canê xwe ji dest da.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevanî ya Tirkiyeyê, roja 22ê Gulan a 2024’an di encama teqîna bombeyek destçêkirî de, li herêma Zapê ku operasyona Pençe-Kilîd lê birêve diçe, leşkerê bi navê Vedat Zorba pê li teqemeniyê kiriye û bi giranî birîndar bûye, lê piştre ew gehandine nexwaşxaneyê û li gel hemû hewldanan jî nehatiyy rizgarkirin û canê xwe jidest da.

Artêşa Tirkiyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metîna yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta hebûna çekdarên PKKê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kiriye û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

 

Basnews

Top