• Friday, 13 February 2026
logo

Eniya Berxwedana Îslamî ya Iraqê: Me bi dron êrîşî artêşa Îsraîlê kir

Eniya Berxwedana Îslamî ya Iraqê: Me bi dron êrîşî artêşa Îsraîlê kir

 Îro 21.05.2024ê Eniya Berxwedana Îslamî ya Iraqê ku ji grubên milîsên Heşdî Şeibî pêk tê, bi bayenameyekê ragehand ku li nav axa Filîstînê bi dron êrîşî artêşa Îsraîlê kirine.

Di beyanameya Eniya Berxwedana Îslamî de amaje bi wê yekê hat kirin ku bi dron li navçeyên dagirkirî li Îlatê êrîş kirine ser artêşa Îsraîlê û karîne armanca xwe bicîh bînin.

Herwaha amaje bi wê yekê jî hate kirin ku êrîş di çarçoveya êrîşên ser artêşa Îsraîl a dagirker de ku tewanên mezin li Xezeyê li dijî xelkê sivîl pêktînin hatiye kirin û dê êrîşên xwe jî berdewam bikin.

 

basnews

Top