• Friday, 13 February 2026
logo

Xamenêyî: Divê di nava 50 rojan de hilbijartinên serokomariyê bên kirin

Xamenêyî: Divê di nava 50 rojan de hilbijartinên serokomariyê bên kirin

Rêberê Îranê Ayetulah Elî Xamenêyî ragihand ku Cîgirê Serokomar Mihemed Moxber li gorî xala 131 a destûrê dê desthilata serokomariyê werbigire û divê di nava 50 rojan de hilbijartinên serokomariyê bên kirin.

Rêberê Komara Îslamî Elî Xamenêyî ji ber koça dawî ya Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Derve Husên Emîr Ebdullahiyan û kesên pê re di bûyera ketina helîkopterê de, sersaxî xwest.

Herwiha Rêberê Komara Îslamî Elî Xamenêyî, li seranserî wî welatî 5 roj şîna giştî ragihand.

Xamineyî amaje bi wê jî kir: Li gorî madeya 131 a destûrê, Cîgirê Yekem ê Serokomar Mihemed Moxber dê desthilata cîbicîkar birêve bibe. Di vî warî de divê di nava 50 rojên bê de, kar ji bo lidarxistina hilbijartinên serokomarê nû bê kirin.

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Encûmena Parastina Destûrê Hadî Tehan ji rojnamevanan re ragehand, Cîgirê Yekem ê Serokkomar Mihemed Moxber, piştî erêkirina Elî Xamenêyî, posta serokkomar wergirt, heta ku serokekî nû tê hilbijartin.

Mihemed Moxber kî ye?

Mihemed Moxber, 68 salî ye, xwediyê du doktorayên di yasaya navdewletî û rêvebirinê de ye.

Wî serokatiya Komîteya Cîbicîkirina Fermana Îmam Xumeynî kiriye, ku saziyeke hikûmetê ye û taybet bi karên xêrxwaziyê ye. Di heman demê de Rêveberê Cibicîkar û Cîgirê Serokê Kompanyaya Pêwendiyên Xozistanê bû.

Di sala 2010an de, Yekîtiya Ewropayê ji ber bernameya Îranê ya mûşekî, navê wî xistibû lîsteya cezayan.

Di Çileya 2021ê de, ketibû lîsteya cezayên Xezîneya Amerîkayê.

Di Tebaxa 2021ê de, Serokkomar Îbrahîm Rêîsî, ew wek Cîgirê Yekem ê Serokomar destnîşan kir.

Destûra Îranê:

Li gorî madeya 113 ya destûra  Îranê, Serokkomar piştî posta Rêberê Bilind, wek berpirsê herî bilind ê welêt tê.

Her di xala 113'an de jî tê gotin ku Serokkomar ji ber pêkanîna destûrê berpirsyar e û serokatiya desteya cibicîkar dike.

Herwiha di madeya 131 a destûrê de hatiye, di egera mirin, nebûna yan nexweşiya Serokkomarê Îranê de, Cîgirê Yekem ê Serokkomar bi erk û berpirsyariyên Serokkomar radibe.

Her di xala 131 a destûrê de jî tê gotin ku ji bo pêkanîna rêkarên hilbijartina serokkomarê nû, di nava 50 rojî de komîteyek bê avakirin.

 

 

Basnews

Top