• Friday, 13 February 2026
logo

Çavdêrekî navnetewî: Li Silêmaniyê ji rê derxistina zarokan ji aliyê PKKê ve dikeve çarçoveya tewan de

Çavdêrekî navnetewî: Li Silêmaniyê ji rê derxistina zarokan ji aliyê PKKê ve dikeve çarçoveya tewan de

Çavdêrekî siyasî yê navnetewî û şarazayê peywendiyên navnetewî radigehîne xapandina zarokan ji aliyê PKKê ve li sînorê Silêmaniyê dikeve çarçoveya tewan de. Herwaha amaje bi wê yekê jî dike ku li Herêma Kurdistanê rêxistinên NGO û federasyonên rêxistinên civaka sivîl hene û hemû prensîbên karkirina wan ji bo xizmeta xelkê Kurdistanê ye, ne ku xapandin û çekdarkirina zarokan a ji bo hizrên kesî û partiyane.

Çavdêrê siyasî yê navnetewî û şarazayê peywendiyên navdewletî Dr. Aras Ebdula ji BasNewsê re ragehand, li Herêma Kurdistanê hemû rêxistinên hikûmetê di bin sîvana hikûmetê de kar dikin, rêxistinên civaka sivîl peyrewa wan a navxwe heye û moletê li rêxistinên civaka sivîl a NGO werdigrin. Her rêxistinekî berovajî wê peyrewa ku pêşkeş kiriye û ew peyrewa wê ya hatiye qebûlkirin binpêkiribe û xelk û bi taybet jî zarok û ciwan xapandibe û berovajî karê xwe û rênmayî û yasayên Herêma Kurdistanê kar kiribe dikeve çarçoveya encamdana tewankariyê.’’

Herwaha got: ‘’Her rêxistinek di bin navê azadî û demokrasiyê de wê bike, ew tişt rasterast dibe tewan bi taybet ji bo partiyekî wek PKKê, ku ti moletekî wê yê karkirinê li Iraq û Herêma Kurdistanê tine, ew dibe du caran tewan.’’

Dr. Aras Ebdula got: ‘’Li gel hemû aliyan aşkera ye ku PKK zarokên kêmtir ji 18 salî dixapîne û dibe Qendîl, Şingal û wan dike çekdar. Ev jî bi rêya wan rêxistinan ve dike ku li sînorê Silêmaniyê bi navên cuda hene û desthilata Silêmaniyê rê daye wan. Tişta ku PKK dike ji aliyê navnetewî ve encamdana tewanê ye û yasayên navnetewî jî bi ti awayekî rê bi wê yekê nadin, ew rêxistinên ku hene jî divê bi rêya dozgerê giştî ve bidin dadgehê, ku di nav axa Herêma Kurdistanê de kar ji bo PKKê dikin û moleta wan a yasayî ji wan bê wergirtin û divê binkeyên wan bên daxistin.’’

Herwaha got: ‘’Li Kurdistanê me NGO heye, Federasyona Rêxistinên Sivîl heye û hemû jî prensîba wan a kar xizmet ji bo xelkê Kurdistanê ye, ne xapandin û ji rê derxistina xelkê û zarokane. Ji ber wê jî her grubekî karê wisa bike, ew tewane û divê ne tenê bê daxistin û ragirtin, divê ji dadgehê re bê dayîn û mafê wî xelkî ji wan bê standin, ku binpêkirine. Ew kar bi soz û hestên netewî ve tenê nabe, eger PKK dixwaze Bakurê Kurdistanê azad bike, wê demê li Herêma Kurdistanê kesê destê PKKê negirtiye, bi wî karê ku naha li Herêma Kurdistanê dike jî Bakurê Kurdistanê azad nebe.’’

 

Basnews

Top