• Friday, 13 February 2026
logo

Li Kerkûkê careke din agir bi berhemên cotkaran ketiye

Li Kerkûkê careke din agir bi berhemên cotkaran ketiye

Careke din li sînorê parêzgeha Kerkûkê agir bi berhemên cotkaran ket û sedema agir girtinê hat aşkerakirin.

Îro 20.05.2024, çapemeniyên Iraqê ragehandine ku li sînorê çavçeya Payçê ya ser bi Kerkûkê agir li 30 donim genimê çandî yê cotkaran ketiye û tevahiya berhemên wan cotkaran şewitiye.

Herwaha hatiye aşkera kirin, ji ber ku hêzeke artêşa Iraqê mijûlî perwerdê bûye û di wê demê de gule avêtine û ji ber gule avêtina wan,  agir bi zeviyan ketiye û bûye sedema şewitandina genimên cotkaran.

Eve di demekî deye ku duh ji ber sedemeke nediyar li devera Mela Ebdullah a parêzgeha Kerkûkê agir bi berhemên cotkaran ket û di encamê de ziyanên madî çêbûn.

 

Top