• Friday, 13 February 2026
logo

Kompaniyeke girîng li Kurdistanê tê ava kirin

Kompaniyeke girîng li Kurdistanê tê ava kirin

Ji aliyê kompaniya Framoy ya Almanî ve tê avakirin.

Li gor daxuyaniyeke wezareta pêşesazî û bazirganî ya herêma Kurdistanê, Kemal Musilêm serdana kompaniya Framoy ya Almanî kiriye û derbarê ava kirina kargehek ya bo çê kirina tirimbîlên barî giftûgo kiriye.

Li gor daxuyaniya wezaretê di civînê de giftûgo li ser prosodora taybet ya ava kirina kargehê û hevkarî û karasaniyên herêma Kurdistanê bo prosesa avakirinê hatiye kirin.

Her di heman civînê de wezîrê bazirganî û pîşesazî yê hikûmeta herêma Kurdistanê diyar kiriye ku, Kurdistan hevkarî û piştîvaniya wan kes û aliyan dike ku, dixwazin bo pêşxistina Kurdistanê projeyên curbicur cîhbicîh bikin.
 

Top