Li Îranê ji ber lehiyê 7 kesan canê xwe ji dest dan, hin kesên din jî winda ne
Li bajarê Meşhed a navenda eyaleta Xorasan a Rezewî ya li bakurê rojhilatê Îranê lehî pêkhat û di encamê de herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û çend kesên din jî winda ne. Herwaha ziyanên madî yên mezin çêbûn.
Rêveberê operasyonên hewarçûnê li Meşhedê Hemîd Reza Kafînya ragehand, dibe di çend demjimêrên pêş de hejmara miriyan û windayiyan zêdetir jî bibe û got: ‘’Cîhê pêkhatina lehiyê yê herî giring çarêya Şoreş bû, tîmên me jî cîhê bûyerê bicîhbûne û bi kelekan li dû otomobîlên ku asê bûne digerin.’’
Herwaha qaymeqamê bajarê Meşhedê Muhsîn Dewarî jî ragehand, rûniştvanên gundên derdorê ji ber malên wan di lehiyê de ziyan dîtine û herwaha hejmarek malên gundiyan jî hilweşyane ji bo navçeyên aram hatine veguhestin.
