• Friday, 13 February 2026
logo

Babekir Zêbarî daxwaza lezkirina di pêkanîna lîwayên hevbeş di çarçoveya madeya 140 de dike

Babekir Zêbarî daxwaza lezkirina di pêkanîna lîwayên hevbeş di çarçoveya madeya 140 de dike

Roja sêşemê Generalê berê yê Iraqê Ferîq Babekir Zêbarî ragehand, metirsî li ser asayîşa navçeyê heye û pêwîste di bicîhkirina lîwayên hevbeş li sînorê madeya 140 de bê lezkirin.

Babekir di daxuyaniyekê de ji bo BasNewsê axivî û got ku êrîşa DAIŞê ya ser binke û baregehên artêşa Iraqê û belavbûna wan li sînorê 140ê de zenga metirsîdare û dive hemû alî bizanin ya ku heye, metirsiyê li ser asayîşa navçeyê ava dike û pêwîste bê lezkirin ji bo bicîhkirina lêwayên hevbeş.

Herwah got, di demeke nêzîk de dive lîwayên hevbeş li sînorê wê navçeyê li cîhê ku ji bo wan hatiye diyarkirin bên cîh kirin, ji ber ku valahiya ewlehiyê di wan navçeyan derfetek ji bo DAIŞê avakiriye.

Herwaha got ku DAIŞ li Iraqê bi dawî nebûye û ev grûpa terorîst hê jî metirsî ye li ser aramiya Iraqê, êrişa şeva borî ya di navbera Diyale û Selahedîn bo ser artêşa Iraqê, peyamek ji aliyê DAIŞê ve ye.

Zêbarî got, divê ev mijar li ser asta herî bilind a Iraq û Kurdistanê were gotûbêjkirin û bilez bigihin rêkeftinekê ji ber ku bi vî awayî DAIŞê bihêztir û çalaktir dibe.

 

Basnews

Top