• Friday, 13 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Bila Serokkomarê desthilatên xwe bikar bîne

Mesrûr Barzanî: Bila Serokkomarê desthilatên xwe bikar bîne

Serokwezîr li gel Serokkomarê Îraqê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokkomarê Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya Serokkomarê Îraqa federalî birêz Ebduletîf Reşîd kir.

Li ser pêwîstî û girîngiya rêz girtin ji sîstema federalî ya Îraqê û pêgeha destûrî ya herêma Kurdistanê û herwiha çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî li ser esasê destûr û rêkeftinan hemfikir bûn.

Di vê warî de me tekez li ser vê yekê kir ku, Serokkomar dikare desthilatên xwe weke Parêzerê destûrê bo parastin û dabîn kirina mafên destûrî yên herêma Kurdistanê bikar bîne.

 

 

Top