• Friday, 13 February 2026
logo

Li Efxanistanê herî kêm 50 kes canê xwe ji dest dane

Li Efxanistanê herî kêm 50 kes canê xwe ji dest dane

Gelek kes jî wendane.

Li gor nûçeyeke çapemeniya Efxanî, jiber barîna bixor ya li Bakûrê Efxanistanê, lehiyên gelek mezin li eyaleta Mexan rabûne.

Çapemeniya Efxanî li ser zarê rayedarên Talibanê belav kiriye ku, di encama lehiyên han de herî kêm 50 kes canê xwe ji dest dane û ev amar amara destpêkê ye û fikar hene ku, hijmara miriyan zêdetir bibe jiber ku, gelek kes jî wendane.

Herwiha hate zanîn ku, bi sedan mal û cîhên nîştecîhbûnê jî di encama lehiyan de wêran bûne.

Top