• Friday, 13 February 2026
logo

Serok Barzanî: Navenda Laleşê xizmeta çanda Kurdî dike

Serok Barzanî: Navenda Laleşê xizmeta çanda Kurdî dike

Serok Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêş kir.

Bi minasebeta 31 saliya damezrandina navenda çandî ya Laleşê Serok Barzanî peyamek pêşkêş kiriye ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;

Bi navê xwedê mezin

Birêz Serok û endamên desteya bilind ya navenda Laleşê

Bi minasebeta 31mîn salvegera damezrandina navenda Laleşê pîrozbayiyên gerim pêşkêşî we yên birêz, endamên navenda Laleşê û tevahiya xuşik û birayên Êzidî dikim.

Navenda Laleşê di salên derbasbûyî de rixmî tevahiya astengiyan bi hewlên xemxorane, kadro û rewşenbîrên civaka Êzidî xizmeteke gelek berçav pêşkêşî çanda gelê Kurdistanê û parastina nerîtên civaka Êzidiyan kiriye.

Piştîvaniya bizav û çalakiyên vê navendê dikim û hêviya berdewam bûn û pêşkeftinê bo dixwazim û herwiha hêviya xweşî û aramiyê jî bo tevahiya xuşik û birayên Êzidî dixwazim, her serkeftî bin.

Bimînin di xêr û xweşiyê de

Mesûd Barzanî

11.5.2024

 

Top