• Friday, 13 February 2026
logo

Çekdarên PKKê keçeke 13 salî revandin

Çekdarên PKKê keçeke 13 salî revandin

Duh 07.05.2024ê çapemeniya Rojavayê Kurdistanê ragehand ku çekdarên PKKê keçeke temen 13 salî revandine.

Herwaha hat aşkera kirin navê wê keça hatiye revandin Nura Omer e û temenê wê 13 sale û di dema diçû dibistanê li bajarokê Til Rifet a Sûriyê ji aliye grubeke navi ‘’Ciwanên Şoreşger’’ a ser bi PKKê ve hatiye revandin û piştre ew keçe birine bo kampeke leşkeri ya taybet, ku beşdarî nav rêzên xwe yên çekdarî bikin.

Herwaha çapemeniya Rojavayê Kurdistanê amaje bi wê yekê jî dike ku ew keç xelka gundê Qelaq a sînorê bajarê Efrîn a Rojavayê Kurdistanê ye, lê li gel kesûkar û merivên xwe koçberî navçeya Til Rifet a derdora Helebê bûye.

Rêxistinên navnetewî yên taybet derbarê zarokan û mafên mirovan de kar dikin daxwaz ji PKKê dikin ku dest ji revandina zarokan berde, bi taybet jî li Rojavayê Kurdistanê, lê ew rêxistinane heman demê de amaje bi wê yekê dikin ku PKK dest ji revandina zarokan bernedaye û wî karî her berdewam dike û zarokên ku direvîne beşdarî nav rêzên xwe yên çekdarî dike.  

 

Basnews

Top